• Wednesday, 08 January 2025
logo

Çima Wezîrê Derve yê Fransayê bi serê tiliyên xwe merhebayî da Ehmed Şera?

Gulan Media January 4, 2025 Nûçe
Çima Wezîrê Derve yê Fransayê bi serê tiliyên xwe merhebayî da Ehmed Şera?

Wezîrê Derve yê Fransayê wek bertek nîşandana li hember Serokê Desteya Tehrîr Şam Ehmed Şera ya dest dirêjnekirina wî ji Wezîra Derve ya Almanya re bi serê tiliyên xwe merhebayî li wî kir.

Di dema serdana hevbeş a Wezîrên Derve yên Almanya û Fransayê bo Şamê de Serokê Desteya Tehrîr Şam Ehmed Şera amade nebû merhebayiyê li gel Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock bike.

Vê derbarê de Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir: ‘’Ehmed Şera red kir ku merhebayiyê li gel min bike, min jî kena xwe ya şirîn nîşanî wî neda.’’

Vê derbarê de nivîskar Ebdula Rêşawî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Ji ber ku Ehmed Şera merhebayî neda Wezîra Derve ya Almanyayê, ku ew jine, bala kesê nekêşa ku Wezîrê Derve yê Fransayê jî çawa merhebayî li gel Ehmed Şera kir. Gelo ma merhebayiyekî germ û gur bû, yan lewaz û sar bû? Herwaha ti kesê ti nirxandinek li ser wê yekê jî nekir; gelo ew herdu çima bi hevdu re çûn wê derê?’’

Herwaha got: ‘’Wezîrê Derve yê Fransayê merhebayekî sar û bi serê tiliyên xwe li gel Ehmed Şera kir. Ev jî divê bê nirxandin, ango hîn baweriya me bi te nayê. Ya duyem jî; Eger tu merhebayiyê li gel jinekî nakî, wê demê Fransa jî merhebayiya temam li gel te nake.’’

Dawiyê de jî dibêje, çûna herdu Wezîrên Derve yên Ewrupî tê wê wateyê ku ew herdu welat yek helwêstin  û bi yek pîvanê helsengandinê li desthilata Ehmed Şera dikin.

 

Basnews

Top