• Wednesday, 08 January 2025
logo

Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê telefûna Serokwezîr kir

Gulan Media January 4, 2025 Nûçe
Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê telefûna Serokwezîr kir

Behsa henarde kirina petrola Kurdistanê hatiye kirin.

Şeva derbasbûyî Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê telefûna Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û Serokwezîr derbarê naveroka peywendiya han de wisa nivîsandiye;

Îro Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên enerjî birêz Jeffrey Payette telefûna me kir û di peywendiya han ya telefûnî de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî û şandina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanî kir.

Li ser girîngiya çareser kirina kêşeyan û nehêştina astengiyên berdem henarde kirina petrola herêma Kurdistanê bi awayeke bilez hemfikir bûn jiber ku, rawestandina henarde kirinê zirareke mezin gehandiye bûdceya giştî ya Îraqê.

Herwiha me tekez li ser pêdivî bûna dabîn kirina maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê li gor destûrê û rol û girîngiya herêmê bo pêşde birina serbixweyî li Îraqê di warê abûrî, enerjî û geşepêdana abûrî û aramiya deverê de kir.

Top