Hevseroka Şaredariya Dêrsimê bi daxwaza girtinê derdikeve pêşberî dadgehê
Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan, bi daxwaza girtinê ji Dadgeha Dêrsîmê re hat şandin.
Piştî danîna qeyûm li Şaredariya Dêrsîmê îro derbarê Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhanê biryara desteserkirinê hat dayîn.
Bîrsen Orhan îro bi parêzerên xwe re çû Rêveberiya Ewlehiyê ya Dêrsîmê û îfadeya xwe da.
Orhan piştî îfadeyê ji Dadgeha Dêrsîmê re hat şandin.
Dozger bi tohmeta ku “handana gel ji bo kîn û dijminatiyê” û “heqareta li karmendê hikûmî” derbarê Orhan daxwaza girtinê kir.
Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya Dêrsîmê dê derbarê Bîrsen Orhanê biryarê bide.
Ji aliyê din ve li Dêrsîmê xwepêşandanên li dijî qeyûm berdewam dikin û gelek kes li pêş dadgehê kom bûn.
Rudaw