Romanowski: Em li ser bizavên parastina kelepûrê zengîn ê Herêma Kurdistanê berdewam dibin
Balyoza Amerîkayê li Îraqê di serdaneke xwe de ji bo Kela Hewlêrê dibêje, “Em li ser piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bizavên parastina kelepûrê dîrokî û çanda zengîn a Herêma Kurdistanê û nasandina wê bi cîhanê pabend in.”
Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski îro (Yekşem, 24.11.2024) serdana Kela Hewlêrê kir. Piştî serdana xwe ji bo Kela Hewlêrê, Romanowski peyamek li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê parve kir.
Balyoza Amerîkayê li Îraqê di peyama xwe de got, “Min xweşî ji serdana xwe ya ji bo Kela Hewlêrê wergirt, ji dîtina pêşveçûna pirojeyên nûjenkirinê, ji wan jî germava dêrîn.”
Balyoza navbirî herwesa got, “Em li ser piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bizavên parastina kelepûrê dîrokî û çanda zengîn a Herêma Kurdistanê û nasandina wê bi cîhanê pabend in.”
K24