Milîsên Iraqê şeva borî du êrîş li hember Îsraîlê pêkanîn
Grubên milîs ên Iraqê ragehandin şeva borî 24-25.11.2024ê du navçeyên li başûrê Îsraîlê bi dronan kirine armanc.
Grubên milîs ên ku xwe wek Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê pênase dikin, di beyanameyekî de ragehandin du navçeyên giring ên başûrê Îsraîlê kirine armanca êrîşê.
Ew grup pêktên ji ketîbeyên Hizbula, ketîbeyên Seydulşuheda û Tevgera Nûceba û ji dema destpêkirina şerê li Xeze û Lubnanê heta naha bi dehan êrîş li hember Îsraîlê pêkanîne.
Ji aliyê din ve hikûmeta Iraqê xwe ji wan êrîşên ku ew milîs dikin ser Îsraîlê dûr digre û dibêje ti peywendiya me pê re tine û înkar dike, lê ji aliyê din ve Îsraîl gefan dixwe ku dê tolê hildê û êrîşî wan grubên milîs bike. Vê derbarê de jî nameyek ji encûmena ewlehiya Netewên Yekbûyî re şandiye û ragehandiye ku mafê wan heye berevaniyê li xwe bikin.
Basnews