• Monday, 25 November 2024
logo

Êlih - Tabelaya bi Kurdî hat rakirin

Gulan Media November 25, 2024 Nûçe
Êlih - Tabelaya bi Kurdî hat rakirin

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê piştî ku qeyûm hat tayînkirin tabelaya "Kompleksa Werzîşê ya Jinê" ku bi Kurdî bû hat rakirin.

Kompleksa Werzîşê ya Jinê ku girêdayî Şaredariya Êlihê ye sala 2015an di dema Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de hatibû vekirin û tabela bi Kurdî jî hatibû amadekirin.

Lê piştî ku sala 2016an qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin beşa bi Kurdî hatibû rakirin û careke din piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an tabelaya Kurdî hatibû daliqandin.

Lê dema 4ê Çiriya Paşîn a 2024an qeyûm tayînî şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê hat dayîn careke din navê salonê wekî “Kompleksa Werzîşê” hat guhertin û hem tabelaya Kurdî hat rakirin û hem jî gotina “Jinê” di tabelayê de nehatiye nivîsandin.

Piştî hilbijartinên xwecihî, Hezîrana îsal qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê û piştî wê jî 4ê Çiriya Paşîn qeyûm li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê hatibûn danîn.

Herî dawî jî 21ê vê mehê qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pulurê hatibûn kirin wate ji 31ê Adara 2024ê ve qeyûm li ser 6 şaredariyên Bakurê Kurdistanê hatine danîn ku 5 ji wan ên DEM Partiyê ne.

 

Rudaw

Top