• Wednesday, 01 May 2024
logo

Li Dihokê şiddeta li dijî jinan zêde bûye

Gulan Media January 4, 2012 Civakî
Li Dihokê şiddeta li dijî jinan zêde bûye
Rêveberê Nivîsîngeha Şopandina Şiddeta li Dijî Jinan yê Parêzgeha Dihokê Samî Celal statîstîka şiddeta li dijî jinan a sala borî eşkere kir. Li gor daxuyaniyê li dijî jinan 773 tawan li Dihokê hatine encamdayîn, lê Samî Celal dibêje: “Li Dihokê tawanên mezin kêmbûne.”

Li gor statîstîka wê rêveberiyê, sala 2011’an li Dihokê 6 rewşên kuştina jinan, 12 xwekuştin, 22 hewldanên xwekuştinê û 12 şiddetên seksî yên li dijî jinan hebûn. Herwiha 85 jinan xwe şewitandine, lê jiyana xwe ji dest nedane. Li Dihokê 635 şikayît ji aliyê jinan ve hatine tomarkirin.

Li gor rojnameya War a li Dihokê derdikeve, Samî Celal dibêje: “Bi berhev ligel sala 2011’an tawanên mezin kêm bûne.”

Li gor statîstîka Nivîsîngeha Şiddeta li Dijî Jinan a Dihokê, şiddeta li sala 2010’an bi vî awayî bû; 10 rewşên kuştina jinan, 15 xwekuştin, 33 hewldanên xwe kuştinê, 85 rewşên şewitandinê, 19 destdirêjiyên seksî û 561 gilîkirin. Tevayî şiddeta ku li sala 2010’an li dijî jinan hatî kirin, gihabû 723 rewşan.

Ger mirov herdu salan berhev bike, sala borî 50 rewşên şiddeta li dijî jinan çêbûne û li gor sala 2010’an zêdetir bûye.

Rudaw
Top