• Wednesday, 01 May 2024
logo

Du kes ji ber AİDS’ê jiyana xwe ji dest dan

Gulan Media December 21, 2011 Civakî
Du kes ji ber AİDS’ê jiyana xwe ji dest dan
Rêveberê Fermangeha Tendirûstiya Kerkûkê ragihand ku îsal li Kerkûkê 4 rewşên tûşbûna bi nexweşiya AİDS’ê hatine tomarkirin û 2 kes ji ber wê nexweşiyê mirine.

Rêveberê Fermangeha Tendirûstiya Kerkûkê Dr. Sedîq Emer Resûl ji Rûdawê re got: “Sala 2011’an li Kerkûkê 4 rewşên nexweşiya AİDS’ê hatine tomarkirin û hemû ji derveyî welat hatibûn Kerkûkê. Di demên borî de 2 kesên rastî wê nexweşiyê hatine jiyana xwe ji dest dane. Herwiha 2 kesên din ên ku heman nexweşî hene, niha li Nexweşxaneya Giştî ya Kerkûkê di bin çavdêriya pijîjk de ne û rewşa tendirûstiya wan xirabe.”

Dr. Sedîq got: “Nexweşxaneya Giştî ya Kerkûkê navendek taybet ji bo test û lipeyçûna nexweşiya AİDS’ê heye, tevayî pêdiviyên wê jî hatine veqetandin.”

Rudaw
Top