• Wednesday, 01 May 2024
logo

Hevjînê xwe bi mêrekî da kuştin

Gulan Media December 10, 2011 Civakî
Hevjînê xwe bi mêrekî da kuştin
Kirasekî şînî ezmanî lê ye, bejina wê kurt e û herdem tevdigere, bi rûyê xwe li wê jinê naçe ku bi tawana kuştina hevjînê xwe hatiye girtin, tevahiya rabuhuriya xwe paşguh kiriye, lê belê nikare du tiştan ji bîr bike “Zarokên min, derewa wî xortê ku divabû piştî kuştina mêrê min bibe hevjînê min.” Lê di gotinên xwe de zêdetir bi aliyê xema dûriya zarokên xwe diçû.

B. E. (23), xelka bajarokê Erbet e û dema 5 salan e, girtîgeha çaksaziya jinan li Silêmaniyê bûye cihê jiyana wê û cezayê hetahetayê bûye çarenivîsa wê. Wê di Tîrmeha 2007an de, mêrê xwe kuşt û bo bicihkirina tawana xwe jî, ew xort hilbijart, ku pêwendiya evîndariyê di navbera wan de hebû: “Min jê re got bikuje, ger tu wî bikujî, dûre emê bi xwe bibin mêr û jin û xaniyê ku em tê de dijîn jî didim te.” A. K. tawan bicih anî, lê belê çarenivîsa wan berbi aliyekî din ê dûrî hevseriyê çû.

B.K. di sala 1993an de jiyana hevseriyê ligel R.M. pêk anî li bajarokê Erbet. Dûre weke bi xwe behs dike pêwendiya hezkirinê ligel kesekî bi navê A.K. çêkir “A. pir caran serdana me dikir, çiku hevalê mêrê min bû, mêrê min xiyanet li min dikir, digot dikarî herî mala bavê xwe û bi şev vegerî, min jî zanibû çima wiha dibêje û çi dike.” Piştî salekê weke ku bi xwe dibêje bi çavê xwe dîtiye mêrê wê çi dike: “Min dît li malê xortek pêre bû seks ligel dikir, berê jî tiyekî min (birayekî mêrê min) her li ser vê meseleyê hatibû kuştin, me xaniyê xwe jî ji xwîna wî tiyê min wergirt, ew jî ew xaniyê ku em tê de dijiyan.”

Her weke ew jin mikur tê, tiştê ji mêrê xwe dît ew daf da pêwendiyê ligel A girêbide: “Min tola xwe distand ji kiryarên mêrê xwe.” Heya wê dema ku di Tîrmehê de ligel A. pîlana kuştina mêrê wê datînin û A. razî dike bicih bîne: “Di îfada xwe de jî min got, min bi xwe ji R. gotiye wî bikuje û dûre xaniyê ku em tê de didim te û ez dibim jina te û emê bi hevre bijîn.”

Li gor wê jinê, mêrê wê karkerî dikir û A. ew li Çinare kuşt: “Rojekê berî kuştina wî xeyidîm û çûme mala bavê xwe, çiku me şer kir li ser wê yekê ku digot A. kelevajî ye û nabe serdana me bike.”

Piştî behiyê, şevekê A. çûye cem B. û jê re gotiye: “Divê ez birevim û xwe veşêrim.” Herwiha dibêje: “Min jê re got, te mêrê min nekuştiye? Êdî çima direvî? Meger dûre çi dikî. Got, te li xwe mehr dikim.”

Çavkaniyekê ji polîsên Silêmaniyê derbarê lêkolînan û dîtina A. û B. weke tawanbar, tenê ewqas got ku: “Lêkolînan dûre derxistin ku ew beşekî meseleyê ne û piştre jî mikur hatin ku ew li pişt kuştina wî ne.”

Heya weke wê dema ku R. hat kuştin xwediyê 8 zarokan bû ligel B., dûre B. li zindanê zarokekî din tîne û bûne 9 zarok, lê belê piştî kifşbûna tawanê û hebûna destê B. tê de, mala bavê wê xwe jê bêrî kirin û mala bavê mêrê wê yê kuştî zarokên wê birin cem xwe, dûre 6 ji zarokên xwe bi awayekî yasayî dane xelkê daku wan xwedî bikin.

Ew vêga di zindanê de pir perîşan e bo zarokên xwe û dibêje: “Nahêlin zarokên xwe bibînim, bi ser de jî nahêlin lêkolerên civakî jî wan bibînin û xebereke wan ji min re bînin.”

Bijwên Bextiyar ku yek ji wan lêkoleran e ku li zindana jinan kar dike, gotinên B. piştrast dike, ku rê nedanê zarokên B. bibîne: “Bi tu hawî nehiştin zarokan bibînin, çiku pir ji B. aciz in.”

Vêga tu kes serdana B. nake, ew tenê bi wê yekê dilxweş e ku rewşa darayî ya wan malan pir başe ku zarokên xwe dane wan: “Şukir pir xweş dijîn, lê kezeba min ser wan dişewite, zêde bêriya wan dikim.” Herwiha giliyan li A. dike ku qet seriyan lê nade û ew mehr jî nekiriye: “Her çiqasî dikare seriyan li min bide û min li xwe mehr bike li zindanê.” A. jî li zindana çaksaziya mêran li gor madeya 406an ya kuştinê bi zindana hetahetayî hatiye mahkûmkirin.

Derbarê A. dibêje: “Çrnf caran civaknas çûn cem wî jî, lê ew dibêje ew bi xwe sedemê wê yekê ye ku hatiye zindanê û mafê min li ser tune.”

Li gor amareke rêveberiya çaksaziya jin û zarokan li Silêmaniyê, 10 jin bi tawana kuştina mêran niha li zindanê ne û 5an ji wan mêrê xwe kuştine û 5ên din jî mêrên biyanî kuştine.

Li gor amareke rêveberiya zindana girtin û guhastinê ya Silêmaniyê, 5 jin jî di wê girtîgehê de bi tometa kuştina mêran hatine girtin û hê jî nehatine dadgehkirin.

B. û A., 15 rojan piştî encamdana tawanê ji aliyê polîsan ve hatin girtin û bo dadgehê hatin şandin, lewma negihiştin sozên ku dabûn hev, bînin cî. Lê bi dirêjiya vê çîrokê B. negot ka gelo poşman e ji kiryara xwe ya na. Xaniyê ku wê soz dabûn bide A., vêga di destê mala bavê mêrê wê de ye.
Rûdaw
Top