• Sunday, 20 October 2024
logo

Gulistan Perwer li Hewlêra paytext hat xelat kirin

Gulan Media October 18, 2024 Hunerî
Gulistan Perwer li Hewlêra paytext hat xelat kirin

Komîta Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah îro 17.10.2024 demjimêr 05:00 ê êvarê li Hola Rewşenbîrî ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê xelata xwe ya vê carê bi destê Sînem Xan Bedirxan pêşkêşî hunermenda Kurd Gulistan Perwer kir. Ahenga xelatkirinê jî bi piştgiriya Birêveberiya Rewşenbîrî û Lawan hat kirin.

Ji bo bîranîna her du hunermendên koçkirî yên herêma Efrînê Cemîl Horo û Bavê Selah, îro li bajarê Hewlêrê û bi tevlîbûna rewşenbîr, nivîskar û Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê, Gera Sêyê ya Festîvala Rêzgirtinê ya Xelata “Cemîl Horo û Bavê Selah” bi rê ve çû.

Ji bo bîranîna her du hunermendên koçkirî yên herêma Efrînê Cemîl Horo û Bavê Selah, di Mijdara 2018an de “Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah” hate damezirandin, li gorî komîteya wê xelatê jî, ew xelat ji bo hunermendên ku xebatên mezin di warê hunera Kurdî de kirine tê pêşkêşkirin.

Xelata yekê ya Cemîl Horo û Bavê Selah li sala 2018 di merasîmekê de ji hunermend Nizamettin Arîç re, xelata duyê ji Hunermend û mûzkjen Dilşad Mihemed Seîd re hatibû pêşkêşkirin. Xelata sêyê jî îro ji hunermenda Kurd Gulistan Perwer re hat pêşkêşkirin.

Gulistan Perwer stiranbêjeke Kurd e, li sala 1962ê li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê hatiye ser dinyayê. Ew berê hevjîna hunermend Şivan Perwer bû û çend berhem bi hev re tomar kirine. Wê bi navê heft kaset û bi Şivan Perwer re jî du kaset derxistin.

Hunermendên Efrînê Cemîl Horo (1934 - 1989) û Bavê Selah (1952 – 2016) wek du hunermendên herî navdar ên di warê dengbêjî û staranên Kurdî yên kevnar de li Rojavayê Kurdistanê û li perçeyên din ên Kurdistanê jî dihatin naskirin û roleke wan a mezin di xwedîlêderketin û parastina hunera dengbêjiyê de hebû.

 

 

Basnews

Top