• Sunday, 20 October 2024
logo

Parêzgarê Diyarbekirê: Mîhrîcana Rêya Çandê sûdê dide danasîna Diyarbekirê

Gulan Media October 12, 2024 Hunerî
Parêzgarê Diyarbekirê: Mîhrîcana Rêya Çandê sûdê dide danasîna Diyarbekirê

 Parêzgarê Diyarbekirê Mûrat Zorlûoglû derbarê rojeva Diyarbekir de bi xebatkarên çapemeniyê re civînek pêk anî û bang kir ku pêwîst e çapemenî giringiyeke baş bide Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê û danasîna Diyarbekirê.

Parêzgarê Diyarbekirê Murat Zorlûoglû bo guftugokirina mijarên sereke yên Diyarbekir li gel xebatkarên çapemeniyê civînek li dar xist. Zorlûoglû bi taybetî bal kêşand ser Mîhrîcana Rêya Çandê Ya Sûrê ya ku dê navbera 12-20ê cotmehê were li darxistin û ji xebatkarên çapemeniyê xwest ku eleqeyek taybet bo mîhrîcanê nîşan bidin da ku sudek baş bide danasîna Diyarbekirê. 

Zorlûoglû di civînê de bal kêşand ser giringiya çandiniyê bo Diyarbekirê jî û da zanîn dahata Diyarbekir a 2023yê ya qada çandiniyê 16 milyar lîre bû û Diyarbekirê li Tirkiyeyê qada çandiniyê de  nava 10 bajarên pêşî de ye û dema projeya Bendava Farqînê bikeve meriyetê dê Diyarbekirê bikeve nava 3 bajarên pêşî de jî. 

Zorlûoglû balê dikêşe ku li Diyarbekirê 6.9 milyon donim zevî heye, ji van jî di navbera 4-4.5 milyon de zevî tên avdan ku divê ev dewlemendiya Diyarbekir baş were bikaranîn.

 

K24

Top