• Sunday, 20 October 2024
logo

Li Amedê di şerê navbera du malbatên xinamî de du kes hatin kuştin

Gulan Media October 13, 2024 Civakî
Li Amedê di şerê navbera du malbatên xinamî de du kes hatin kuştin

Li navçeya Yenîşehîr a Amedê di navbera xinamiyan de şer derket û şer vegerya pevçûna çekdarî û du kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer li şeqama Azîz Mahmutogullari di avahiya Genc Îpekçî pêkhat û ji ber sedemekî nayê zanîn nîqaşa di navbera Mihemed Elî Baran ê 29 salî û hevjîna wî ya bi navê E.B de derket, endamên din ên malbatên jî têkelî wê nîqaşê bûn û piştre nîqaş mezin bû vegerya pevçûn û şerê bi çek.

Di bûyerê de Mihemed Elî Baran û merivê wî yê bi navê Vedat Baran ê 39 salî li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Piştî bûyerê polîs geheşt cîhê bûyerê hevjîna Mihemed Elî Baran ê ku xwest bireve ya bi navê E.B, dayîka wê ya bi navê R.Ş û birayê wê A.Ş yê 23 salî hatin girtin.

Derbarê bûyerê de gumanbarekî din ê ku hîn nehatiye girtin, lêgerîna wî jî berdewam dike.

 

Basnews

Top