• Sunday, 20 October 2024
logo

Pira Delalê ya Zaxoyê mêvandariya gera duyê ya Festîvala Hinar û Hingivînî dike

Gulan Media October 14, 2024 Corane
Pira Delalê ya Zaxoyê mêvandariya gera duyê ya Festîvala Hinar û Hingivînî dike

 Bi tevlîbûna 31 rezvan û mêşvanan, gera duyê ya Festîvala Hinar û Hingivînî li bajarê Zaxoyê tê kirin.

Birêveberê Giştî yê Çandinê li Zaxoyê Selman Mehmûd ji K24ê re ragehand, “Bi çavdêriya Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo, îro (Duşem, 14.10.2024) seet 10:30 ê sibehê li beranberî Pira Delalê li bajarê Zaxoyê, gera duyê ya Festîvala Hinar û Hingivînî bi tevlîbûna 16 rezvanan û 15 mêşvanan tê kirin.”

Selman Mehmûd amaje jî da, “Armanc ji vekirina vê festîvalê nîşandana berhemên cotyarên sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û berbazarkirina wan e.”

Îsal li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, nêzî 340 hezar darên hinaran li ser rûberê 2825 donemên erdî hatine çandin û berhemê îsal zêdetirî 13 hezar tonan e.

Zêdetirî 257 mêşvanan li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hene û her sal berhemê hingivînî li wî sinorî ji 15 hezar tonan zêdetir e.

 

K24

Top