• Sunday, 20 October 2024
logo

Wêneyên Girê Mirazan li Madridê tên nîşandan

Gulan Media October 9, 2024 Hunerî
Wêneyên Girê Mirazan li Madridê tên nîşandan

Wêneyên Girê Mirazam ên ku wênegira Spanyayî Isabel Munozê girtine dê li pêşangeha Madrida paytexta Spanyayê bên nîşandan.

Wênegira Spanyayî Isabel Munozê di demên cuda de 7 caran çûye parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û zêdeyî 100 wêneyên Girê Mirazan girtine.

Isabel Munozê wêneyên ku girtine dê li Pêşangeha Wêneyan a Girê Mirazan a Dîrokeke Nû li Muzexaneya Antropolojiyê ya Niştimanî ya Madridê nîşan bide.

Pêşangeha Dîrokeke Nû 12ê Çiriya Pêşîn a 2024an dest pê dike.

Munoz dibêje, Girê Mirazan cihekî gelekî girîng e û berî hemû tiştekî kifşeke mirovayetiyê ye.

“Girê Mirazan sala sifir a şaristaniyê ye”

Wênegira Spanyayî Isabel Munozê wiha got:

“Girê Mirazan berî hemû tiştekî kifşeke mirovayetiyê ye. Landika şaristaniyê ye û ez ji ber wê dibêjim, sala sifir a şaristaniyê ye.

Dibe em heta niha wateya vê derê nizanibin lê ev tiştekî awarte ye.

Hemû dizaynên mirovayetiyê li wê derê çêbûne. Em behsa berî zayînê bi 9 hezar û 600 salî dikin.

Ev destpêkek e. Hestên min ên dema girtina wêneyên van deran, kelecana min, hesta min a veguhastina nav wêneyan tiştekî awarte bû.

Li gorî min Girê Mirazan û derdora wê kifşa herî mezin a cîhana şûnwarnasiyê ye.

Dema ez li peykerên mirov û ajelan ên ji kevir dinêrim, wênesaz û peykervanê navdar ê Spanyayî Pablo Picasso û berhema wî ya girîng `Guernica` tên bîra min.”

 

Rudaw

Top