Jêderek agahdar da zanîn ku demek berî niha di gundê Badawanê ser bi bajarokê Qeladizê pevçûnek li ser hebûna kêşeyeke civakî çê bû û di encam de, 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar in.
Hat zanîn ku lêkolîn li ser wê kêşeyê hîn berdewam e û pê diçe 2 kesên hatî kuştin bira bin.