• Wednesday, 01 May 2024
logo

Li Hewlêrê ciwanekî 16 salî bi 8 kêran hat kuştin

Gulan Media September 25, 2011 Civakî
Li Hewlêrê ciwanekî 16 salî bi 8 kêran hat kuştin
Îvan Şêx Mihemed (16), bi deste hevalekî xwe li taxa Teyrawe ya bajarê Hewlêrê doh bi 8 kêran hat kuştin. Sedema kuştinê jî wek tohmetbar di lêpirsînê de îtîraf kiriye, xwestina pereyan bûye.

Derheqê bûyerê de Efserê Ragehandina Rêveberiya Polîsên Hewlêrê Komîser Karwan Ebdulkerîm ji Rûdawê re got: ‘’Doh polîs derbarê kuştina ciwanê 16 salî de li taxa Teyrawe hat agahdarkirin, dema hêzên polîs û nivîsîngeha lêkolîna tawan gehiştin cihê bûyerê, derket ku navê kesê hatiye kuştin Îvan Şêx Mihemed e û temen 16 salî ye, piştî lêkolînê kujer eşkere bû ku hevalekî wî ye bi navê (M.K.E) û ewna jî 16 salî ye, piştî çend saetan hat girtin.’’


Komîser Karwan Ebdulkerîm wiha axifî: ‘’Tohmetbar di lêpirsînê de gotiye ku Îvan herdem daxwaza pereyan jê kiriye û ew bêzar bûye, loma tehemûla wî nemaye û vê carê bi kêran lê daye û kuştiye.’’ Dadwerê lêkolînê jî biryar daye li gor maddeya 406 a yasaya cezayan bê girtin.
Top