• Wednesday, 01 May 2024
logo

Ji ber rojîgirtinê 2 zarok mirin

Gulan Media August 14, 2011 Civakî
Ji ber rojîgirtinê 2 zarok mirin
Li welatê Cezayîrê 2 zarok ji ber rojî girtina bi zorê canê xwe ji dest dan. Li gorî ku hate ragihandin zarokeke 8 salî yê xelkê bajarê Yurashde ya Cezaîrê ji ber ku ji hêla malbata wî bi darê zorê hatibû neçarkirin ku rojî bigre, canê xwe ji dest da û heya ku mir jî her birojî bû.

Li gorî çavkaniyan zarok daxwaz ji dayîka xwe kiribû ku bihêle avê vexwe lê dayîkê ew neçar kiriye ku xweragir be û rakewe lê ji ber kêmiya avê di leşê wî de canê xwe ji dest daye.

Ji hêlek din zarokek temen 10 salan her bi vî awayî bi mirî hate dîtin, sedema mirina wî jî her rojî girtin û kêmiya avê di leş de bû.

Avêstakurd
Top