Kirmaşan – Şûnwarekî giring hat dîtin û temenê wê yek milyon sal zêdetir e
Raportekî rojnamevanî ya Îranê ragehand ku ew şûnwarê dêrîn ê vê dawiyê hatiye dîtin aşkera dike ku dîroka hebûna mirov li navçeyên Kurdistanî û Kirmaşanê li xwe digre û zêdetir ji yek milyon sal berî naha pêkhatiye û tê gotin ku ew navçeya şûnwariya kevin rûbera wê 300 hektare û dê bibe mûzexane.
Li gor raporta rojnameya Baxter a Îranê bi zimanê rêveberê fermangeha şûnwariya Îranê Secad Elî Bekî ve ragehand û diyar kir, deştên çiyayî yên navçeya Zagros a naverast, bi hezaran sal berî naha ji ber hebûna gelek şikewt û cîhên nêçîrkirinê navçeyekî parastî bûye ji bo nêçîrvanan.
Herwaha diyar kir, ew şikewtane di rastiyê de cîhên serdanî kirin û cîhên mayîna şevê bûn, lê bi roj di mirovan di cîhên vekirî de jiyan dikir.
Secad Elî Bekî diyar kir: ‘’xuya dike ji bo demekî dirêj zêdetir ji yek milyon salan xelkê dema kevirîn a kevin di vê navçeyê de jiyan kirine û çend caran serdana wan navçeyane kirine, ji bo ku bikaribin kevirên ji bo nêçîr kirinê ji wan re pêwîst bidest bixin.
Navborî got: ‘’Karên şûnwariyê li vê navçeyê bi du qonaxan hatine encamdan, di qonaxa yekem de 60 tewr ku ji kevir hatine çêkirin li vê navçeyê hatin dîtin û temenê wan zêdetir ji milyonek sal bûye, lê lêkolînên şûnwariyê yên vê dawiyê de derket ku bi hezaran amûr û keresteyên nêçîrê yên ji kevir hatine çêkirin jî hatin dîtin.’’
Derbarê dîroka hebûna mirovan a li Kirmaşanê de jî got: ‘’Lêkolînên vê dawiyê diyar dikin ku mirovan zêdetirî yek milyon sal berî naha li Kirmaşanê jiyan kirine.’’
Elî Bekî got: ‘’Berî vê lêkolîna şûnwariyê, me li çi navçeyekî Îranê mînakekî waha nebû, herçend şûnwarekî me hebû li Îranê ku şûnwarekî kêm û belav têde bû û tenê yek şûnwarê kevirî û amûrekî nêçîrê di nav wan de hatibû dîtin.’’
Basnews