• Wednesday, 01 May 2024
logo

Li Wanê dayîka 5 zarokan ji aliyê hevjînê/hevserê xwe ve hat kuştin

Li Wanê dayîka 5 zarokan ji aliyê hevjînê/hevserê xwe ve hat kuştin
Li gor agahiyên gihiştine ber dest,li bajarê Wanê yê kurdistana bakûr li Kolana ‘Çikmaz’ a 1’em a ‘Emniyetê’ a Taxa Cevdetpaşayê jina bi navê Sevînç D. (38) ya dayîka 5 zarokan ji aliyê hevjînê xwe Sabrî D. (60) salî ve hat kuştin.

Piştî lêkolînên li cihê bûyerê, cesedê jina bêsiûd rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.

Hat zanîn ku Sevînç D. ya dayîka 5 zarokan jina duyem a Sabrî D ye. Lêgerînên destgîrkirina Sabrî D. didomin.

ANF
Top