• Sunday, 01 September 2024
logo

Bavê xwe û hevala wî bi çifteya nêçîrê kuştin

Gulan Media September 1, 2024 Civakî
Bavê xwe û hevala wî bi çifteya nêçîrê kuştin

Li navçeya Hesenqeleyê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bavê xwe û hevala wî bi çifteya nêçîrê kuştin.

Li gorî agahiyan, R.K. (56) û hevala wî F.K. (36) li çoltera navçeyê çûbûn seyranê.

E.K. (31) çû cem wan û navbera wan de nîqaşek çêbû.

Piştî ku nîqaşa wan gur bû E.K. (31) bi çifteya nêçîrê fîşek berdan bavê xwe û hevala wî.

E.K. (31) piştre xeber da hêzên ewlehiyê û li cihê bûyerê xwe radestî wan kir.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku R.K. û hevala wî F.K. li cihê bûyerê mirine.

Her du term ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Dadî ya Erziromê.

 

Rudaw

Top