Pêşî hevjîna xwe paşê xwe kuşt
Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe bi demançeyê kuşt û paşê bi heman demançeyê xwe jî kuşt.
Li gorî agahiyan, Ekrem D. û hevjîna wî Merve D. li Taxa Bahçelîevlerê ji ber sedemeke nediyar ketin qirika hev.
Piştî ku hêrsa wan zêde bû Ekrem D. demançe berda hevjîna xwe û paşê jî berda xwe.
Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku her du li cihê bûyerê mirine.
Hat zanîn ku 3 zarokên wan hene.
Rudaw