• Tuesday, 17 September 2024
logo

Bavekî piştî belavbûna vîdeoyekî keça xwe kuşt

Bavekî piştî belavbûna vîdeoyekî keça xwe kuşt

Jineke 25 salî  û dayîka 2 zarokan ya binavê Cane Çûpanî ku ji gundê Gozereş yê ser bi bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber belavbûna vîdeoyeke li ser tora civakî ji aliyê bavê xwe ve tê xeniqandin.

Komeleya Mafê Mirov a Hengawê ragehandiye, ku jineke ciwan  a binavê Cane Çûpanî ji ber namûsê ji aliyê bavê xwe ve hatiye kuştin.

Li gor raporta Komeleya Mafê Mirov Hengav, behsa wê jî hatiye kirin: “Êvara roja şemiyê 27.07.2024, Cane Çûpanî ya temen 25 sal û dayîka 2 keçan li gundê Guzereş a ser bi bajarê Selmasê, ji aliyê bavê xwe ve hatiye kuştin.

Hengaw radigehîne ku bavê Cane serê wê xistiye nav teşta avê heta ku xeniqîye dest ji neberdaye.

Şahidên wê bûyerê dibêjin, piştî ku dîmeneke Cane li gel pismamê wê girêdayî bi namûsê belav bûye, bavê wê ew kuştiye.

Herwaha hatiye behs kirin ku Cane dayîka 2 zarokan bûye û zilamê wê karker bû ye û di dema bûyerê de jî li mal nebû ye.

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Hangaw, ji destpêka îsal ve herî kêm 69 jin li bajarên cuda yên Îran û Rohilatê Kurdistan hatine kuştin ku 12 ji wan bi hinceta namûsê hatine kuştin.


 

 

Basnews

Top