• Wednesday, 17 July 2024
logo

Spanya bû şampiyona Euro 2024ê

Spanya bû şampiyona Euro 2024ê

Spanya li pêşberî Brîtanyayê  2 û 1 bi ser ket bû şampiyona EURO 2024ê.

Di pêşbirka Fînalê ya Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê ya 2024an (EURO 2024) Spanya û Brîtanya li Stada Olîmpiyadê ya Berlînê ji bo kûpaya şampiyontiyê derketin pêşberî hev. 

Milmilaneya fînalê bi dema Kurdistanê saet 22.00yan dest pê kir.

Nîva yekem ti gole nehat avêtin bi encama 0-0 bidawî bû.

Spanya di xuleka 47an de bi gola Nico Williams di destpêka nîva duyem de 1-0 ket pêş.

Lîstikvanê Brîtanyayê Cole Palmer di xuleka 73yan de golek avêt û skor kir wekhev 1-1.

Tîma Spanyayê di xuleka 86 an de bi golê Mikel Oyarzabal dîsa ket pêş.

Piştî vê yekê ti goleke din nehat avêtin û lîstik bi encama 2-1 bi dawî bû.

Spanya ev cara 4emîn e dibe şampiyoniya futbolê ya Ewropayê.

 

Rudaw

Top