• Wednesday, 17 July 2024
logo

RIHA – Îsal bi 96 milyon dolaran fistiq hatin hinartin

RIHA – Îsal bi 96 milyon dolaran fistiq hatin hinartin

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di 6 mehên destpêkê yên îsal de ji 82 welatan re bi bihayê 96 milyon û 628 hezar dolaran fistiq hatin hinartin.

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê yên sala 2022an, li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 44,7ê fistiqan li Rihayê tê berhemanîn.

Li gorî amarên Yekitiya Hinardekarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku çend bajarên Bakurê Kurdistanê li xwe digre, sala 2023yan ji 96 welatan re bi 151 milyon û 568 hezar dolaran fistiq hatine hinardekirin.

Di 6 mehên destpêkê yên sala 2024an de ji 82 welatan re bi bihayê 96 milyon û 628 hezar dolaran fistiq hatin hinartin.

Herî zêde ji Îtalyayê re hatiye hinartin

Ji bajarên Bakurê Kurdistanê herî zêde ji Îtalya, Almanya û Qazaxistanê re fistiq hatine hinartin.

Ji Îtalyayê re bi bihayê 21 milyon û 579 hezar dolaran, ji Almanyayê re bi 17 milyon û 2 hezar dolaran û ji Qazaxistanê re bi 4 milyon û 500 hezar dolaran fistiq hatine hinartin.

Serokê Meclîsa Borseya Bazirganî ya Rihayê Îsa Kizildemir ragihand, hinardeya wan li gorî sala borî zêdetir bûye.

Kizildemir got herwiha got:

“Îsal bera fistiqan e û eger pirsgirêkek çênebe îsal dê li Urfayê di navbera 170 hezar û  176 hezar ton fistiq bê berhemanîn.”

 

Rudaw

Top