• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li Dihokê 21 hezar ton birinc tê berhemanîn

Li Dihokê 21 hezar ton birinc tê berhemanîn

Rêveberê çandiniyê yê Dihokê ragihand, îsal dê 21 hezar ton birinc li parêzgeha Dihokê were berhemanîn.

Rêveberê Çandiniyê yê Dihokê Ehmed Cemîl ji K24ê re ragihand, îsal li parêzgeha Dihokê 21 hezar û 468 donim zevî bi birinc hatiye çandin.

Ehmed Cemîl got: “Em pêşbînî dikin ku îsal 21 hezar ton birinc ji çen cureyên cuda berhem bînin. Li gorî lêkolîneke ku li Akrê hatiye kirin, tê pêşbînîkirin ku berhema birincê di her donimekê de bigihe 850 heta 1200 kîlogramî, lewma berhem dê baş be.”

Diyar kir jî: “Birinc li parêzgeha Dihokê daxwazeke zêde li ser heye û bihayê wê jî hinekî buha ye, ji ber ku li Kurdistan û Iraqê daxwazeke zêde heye û ji aliyê du kompaniyan ve bo Ewropa û Amerîkayê tê hinardekirin. Ev gaveke baş e ji bo firotina birinc û handana cotkaran ku berê xwe bidin çandina birinc.”

Rêveberê çandiniyê yê Dihokê herwiha got: “Axa Herêma Kurdistanê ji bo hemû berhemên çandiniyê berdar e.”

Da zanîn jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev çend sal in kar li ser pêşxistina berhemanîna navxweyî dike û ew berhemên ku ji pêwîstiyên Kurdistanê zêdetir in, bazar li derve jê re peyda kiriye.”

 

K24

Top