• Monday, 08 July 2024
logo

YEWKURD: Divê weşangerên Kurd xwe bi rêxistin bikin

YEWKURD: Divê weşangerên Kurd xwe bi rêxistin bikin

Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) di daxuyaniyekê de diyar kir ku divê êdî weşangerên Kurd xwe bi rêxistin bikin.

YEWKURDê li ser komxebata xwe ya 6-7ê Tîrmehê ya li Amedê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku divê êdî weşangerên Kurd xwe wekî komele bi rêxistin bikin.

Ji bo wê jî, wan ji bo avakirina komeleyê desteya avakar a demkî diyar kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku komxebatên weşangerên Kurd bi hevkariya Tora Xebatên Kurdî hatiye lidarxistin.

Dê komeleya YEWKURDê were avakirin

Di beşekî din ê daxuyaniyê de amaje bi naveroka komxebeatê jî hatiye kirin û wiha hatiye gotin:

“Di her du komxebatan de li ser pirsgirêkên weşangeran, pirgirêkên darayî, pirsgirêkên edîtorî û redaktoriyê, zimanekî nivîskî yê hevgirtî, têkîliya di navbera weşanxane û pirtûkfiroşan de, lidarxistin û birêvebirina pêşangeh û rojên pirtûkan û belavkariya berhemên Kurdî gelek nîqaş hatin kirin û di dawiyê de em gihîştin wê encamê ku ji înîsiyatîfekê wêdetir divê êdî weşangerên Kurd xwe wekî komele bi rêxistin bikin.

Ji bo wê jî, me ji bo avakirina komeleyê, desteya avakar a demkî diyar kir.

Ev deste dê di heman demê de heta kongreya yekem karê rêveberiya Yekitiya Weşangerên Kurd jî bike. “

Azad Zal, Bawer Berşev, Jêhat Rojhilat, Songul Keskîn, Şêrko Kanîwar wekî desteya avakar a komeleya YEWKURDê hatine desnîşankirin.

Di dawiya daxûniyê de hat eşkerekirin ku YEWKURDê 4 biryar standine û biryarên wê jî wiha ne:

1. Ji bo van xebatan, ji bilî her du komxebatên borî du komxebatên din jî dê bên lidarxistin.

2. Ji bo ku pirtûkên kurdî bigihêjin hemû deran û di hemû xebatên wekî pêşangehan de cih bigirin, bi sazî û dezgehên eleqedar re hevdîtin (lobî û dîplomasî) dê werin kirin.

3. Her wiha, di komxebatê de nexşerêya 2024 û 2025an jî hate diyarkirin. Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Weşangerên Kurd van xebatan dide pêşiya xwe:

- Li bajarên Kurdistanê lidarxistina pêşangehan û rojên pirtûkan

- Tevlêbûna pêşangehên pirtûkan ên navneteweyî

4. Piştî encamdana komxebatê hesabên medyaya civakî yên Yekîtiya Weşangerên Kurd jî hatine vekirin û ev in: Instagram: yewkurd, X: @yewkurd"

 

Rudaw

Top