• Monday, 08 July 2024
logo

CPT: Tirkiye bi kûrahiya 15 kîlometreyan ketiye nav axa Herêma Kurdistanê

CPT: Tirkiye bi kûrahiya 15 kîlometreyan ketiye nav axa Herêma Kurdistanê

Rêxistina Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) ragihand ku Tirkiyê ji meha borî ve dest bi operasyoneke nû kiriye û xalên leşkerî yên nû ava kirine û bi kûrahiya 15 kîlometran derbasî nav axa Kurdistanê bûne.

Herwiha CPTyê diyar kir ku 602 gund di bin metirsiya valakirinê de ne.

Li gorî rapora CPTyê, Tirkiyeyê ji 15ê Hezîranê ve li devera Berwarî Bala û 6 gundên wê dest bi operasyoneke leşkereî kiriye.

Di çarçoveya wê oparasyonê de artêşa Tirkiyeyê 25ê Hezîranê di navbera gundê Babîr û Kanî Bilavê de xaleke leşkerî daniye.

26ê Hezîranê jî artêşa Tirkiyeyê li serê çiyayên gundên, Kanî Tuya, Şîve, Dêmkê, Bilîcan, Korka û Girê Biyê yên navçeya Batifayê ya Dihokê 7 xalên leşkerî danîne.

CPT rêxistinek e ku binpêkirinên Tirkiye û Îranê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê û Îraqê tomar dike  û ji destpêka operasyona nû ve çavdêriya rewşê dike.

CPTyê got, “Xelkê gundê Dergele Mûsa Begê ji CPTyê re ragihandiye ku leşkerên Tirkiyeyê 27ê Hezîranê çûne nav gund ew neçar kirine ku ji gundên xwe derkevin.”

Operasyonên Tirkiyeyê kûrtir dibin

Li gorî CPTyê operasyona nû ya Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê kûrtir dibe

Artêşa Tirkiyeyê bi kûrahiya 15 kîlometreyan ketiye nava axa Herêma Kurdistanê.

CPTyê got, “Tirkiye di çarçoveya operasyone Pençe Kilîdê de bi kûrahiya 7 kîlometreyaan ketibû gundê Hirûrê û li herêmê xaleke leşkerî ava kiribû.”

Ji destpêka operasyona nû ve heta niha Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê 238 caran êriş pêk aniy ku piraniya wan li parêzgeha Duhokê ne.

Ji ber wan êriş û bombebaran li gundên Guherzê, Belave, Berçê, Sergelê, Kanê û Aşkê Derê yên navçeya Amediyê zêdeyî 20 hezar donim zeviyên çandinî û daristanî şewitîn.

Di wan bombebaranên Tirkiyeyê de nêzikî ji sedî 55ê daristan, rez û baxên welatiyên gundê Sergeleyê şewitîne.


162 gund hatine valakirin û metirsî li ser 602 gundan jî heye

Li gorî CPTyê, di berdewamiya operasyonên Tirkiyeyê de 162 gundên Herêma Kurdistanê hatine valakirin û zêdetirî 602 gund di bin metirsiya valakirinê de ne.

Li gorî şêniyên gundê Sargale, 4ê Tîrmenê danê sibê hêzeke artêşa Tirk bi nêzî 45 wesayîtên zirxî ketine nava gundê Sergeleyê û hêz li pişt gund bi cih bûye.

Ev jî bûye sedema gurbûna şer di navbera artêşa Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li nava gund. Gundî ditrsin ku mecbûr bimînin gundê xwe vala bikin.

 

Rudaw

Top