• Monday, 08 July 2024
logo

Piştî êrişên nîjadperest penaber ji Tirkiyeyê direvin

Piştî êrişên nîjadperest penaber ji Tirkiyeyê direvin

Li Tirkiyeyê piştî êrişên nîjadperest penaberên ji Sûriyeyê ji tirsa êrişan berê xwe didin welatên Ereban.

Gelek penaber ji tirsa êrişan êdî wisa bûye ku nikarin bi erebî jî biaxivin û ji Tirkiyeyê koç dikin.

Mehmûd Dogmuşê 60 salî, penaberekî Sûriyeyî ye û heta 30ê Hezîranê roja êrişên nîjadperestî yên li bajarê Qeyseriyê jî, li navçeya Fatihê ya Stenbolê li Sûka Maltayê ku wekê ‘Sûka Sûriyeyiyan’ jî tê binavkirin li dikana qehweyê esnafiyê dikir.

Tîma Rûdawê, beriya 2 mehan bi Mehmûd re li dikana wî hevpeyvîn kiribû û ew li ser rakirina tabelayên bi Erebî gilî û gazincên xwe anîbû ziman.

Lê Mehmûdê ku ev 8 sal in xwe spartibû Tirkiyeyê û hinekî fêrî zimanê Tirkî jî bûbû, yek ji wan penaberan e ku ji ber zor û zextên dewlet û civaka Tirk piştî pêla êrişan ji neçarî Tirkiyeyê terikand û berê xwe da Cezayîrê.

“Ez du caran li dikana xwe rastî êrişê hatim”

Mehmûd Dogmuş got, “Ez diritsiyan ku di nav cade û kolanan de bimeşim.

Ez ditirsiyan ku bi zimanê Erebî baxivim, du caran ez li dikana xwe rastî êrişê hatim.

Ji min re digotin here welatê xwe, hûn li Tirkiyeyê çi dikin.”

Piştî bûyerên Qeyseriyê li bajarên wekî Hatay, Edene, Bursa, Riha, Dîlok û Kilîsê êrişî dikan û xaniyên Sûriyeyiyan hat kirin.

Hêj hejmara wan ne diyar be jî lê gelek penaber ji ber tirsa can û malî Tirkiyeyê terikandin.

Li Stenbolê esnafên Sûriyeyî naxwazin ji medyayê re biaxivin û li taxên penaberan her kes di nav endîşe û tirsê de diçe ser karê xwe û tê mala xwe.

“Êrişên dawî bandor li me û zarokên me dikin”

Penaberê ji Qamişloyê Îmadedîn Hesen got, “Ev derdora 10 salan e ez li Stenbolê me.

Ez karê tamîra otomobîlan dikim. Helbet ev êrişên dawî tesîrê dide ser me û zarokên me.

Tesîrê dide ser karê me jî. Eger em vegerin Sûriyeyê karekî tune ye ku em pê debara xwe bikin.”

“Em naxwazin alozî berdewam be”

Penaberê ji Şamê Nebîl Kûse jî wiha anî ziman, “Helbet em ditirsin lê em hêvî dikin ku rewş aram bibe.

Em naxwazin alozî berdewam be. Em dixwazin ku hikûmet vê çareser bike ji ber ku ev pirsgirêk her car piştî demekê derdikevin.”

Desthilata AK Partiyê, mixalefetê wekî berpirsên bûyeran tometbar kir lê mixalefet jî da zanîn ku sedema bûyeran polîkayên şaş ên hikûmetê ye.

Mafnas didin zanîn ku him desthilatdar him jî mixalefet li ser dijminatiya Sûriyeyiyan siyasetê dikin.

“Li Tirkiyeyê mijara penaberan bû mijara karteke siyasî”

Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Mazlum-Derê Ali Oner got:

“Li Tirkiyeyê bi awayekî balkêş mijara penaberan bû mijara karteke siyasî.

Desthilatdarî li ser mijara penaberan hat avakirin. Dîsa desthilatdar ji bo raya giştî aram bike mijara penaberan xiste dewrê.

Em wekî saziyên civaka sivîl ji bo binpêkirinên mafan bêcêza nemînin em dê zorê bidin dewlet û desthilatdariyê.”

Di 4 salan de 16 penaber hatine kuştin

Li gorî rapora Platforma Mafên Penaberan, di nava 4 salên dawî de li Tirkiyeyê 16 penaber di erişên nîjadperestî de hatine kuştin.

Herî dawî li navçeya Serîkê ya Antalyayê ciwanê 17 salî yê bi navê Ehmed Handan El Naîf ji aliyê nijadperestan ve hat kuştin.

Li aliyê din, li Tirkiyeyê skandaleke din jî derbarê penaberan de pêk hat.

Li ser torên civakî nav, paşnav, hejmara telefonê, pasaport û navnîşanên 3,3 milyon koçberên Sûriyeyî hatin belavkirin.

Ev agahiyên taybet tenê li cem Wezareta Karên Navxweyî parastî ne lê bi şiklekî ketiye destê komên nîjadperest.

Piştî êrişên nîjadperestiyê yên li bajarê Qeyseriyê, penaberên Sûriyeyî li nav tax û kargeh û xaniyên xwe da di nava tirs û endîşeyan da jiyana xwe didomînin.

Ger pêla êrişan berdewam bike metirsî heye ku dikanên penaberên Sûriyeyî vala bimînin û ew ji neçarî berê xwe bidin welatekî din.

 

Rudaw

Top