• Monday, 08 July 2024
logo

Hilbijartinên Fransayê: Di gera duyem de tifaqa çep bû yekem

Hilbijartinên Fransayê: Di gera duyem de tifaqa çep bû yekem

 Di hilbijartinên gera duyên ên Fransayê de tifaqa çep bû yekem û tifaqa ku Serokkomar Macron rêberiya wê dike bû duyem.

Herwiha tifaqa rastgirên tund a ku di gera yekem de bûbû yekem daket rêza sêyem.

Fransa îro ji bo hilbijartinên gera duyem çû ser sindoqan.

Hilbijartinan saet 08:00an (li gorî dema Fransayê) dest pê kir û saet 18:00an bi dawî bûn lê dê li bajarên mezin ên wekî Parisê dengdan heta saet 20:00î berdewam kir.

Nifûsa Fransayê derdora 68 milyon û 400 hezar kesî ye û mafê dengdanê yê 49,5 milyon kesan heye.

Parlamenterê ku bên hilbijartin dê 5 salan milet temsîl bikin.

Li Fransayê bi taybetî jî li Parisa ku di navbera rastgir û çepgiran de bûye qadeke germ a têkoşînê tedbîrên ewlehiyê hatine wergirtin.

Parlamentoya Neteweyî ya Fransayê ji 577 kursiyan pêk tê.

76 parlamenter di gera yekem a hilbijartinan de hatin hilbijartin û 501 parlamenterên mayî dê îro bên hilbijartin.

Emmanuel Macron piştî van encamên gera yekem ji bo ku rê li ber serkeftina rastgiran bigire tifaqek ava kir.

Di çarçoveya vê tifaqê de 200 namzed vekişiyan da ku rayên çepgiran dabeş nebin û neçin ji rastgiran re.

Partî yan jî tifaq divê bigihêjin 289 parlamenteran da ku di parlamentoya 577 kursiyî de piraniyê bi dest bixin.

Tifaqa Çep bû yekem

Li gorî encamên destpêkê di hilbijartinên gera duyêm ên Fransayê de tifaqa çep bû yekem û tifaqa ku Serokkomar Emmanuel Macron rêberiya wê dike bû duyem.

Li aliyê din, tifaqa rastgirên tund a bi rêberiya Jordan Bardella û Marine Le Penê ku di gera yekem de bûbû yeke daket rêza sêyem.

Encamên ne fermî bi vî rengî ne:

Bereya Niştimaniya Gel (Hevpeymaniya Çep): 170-190 kursî

Hevpeymaniya Bi Hev Re ya Macron: 150-170 kursî

Partiya Bereya Niştimanî (Rastgir û tundrew) 130-150 kursî

Partiya Komarî nêzîkî 60 kursî

 

Rudaw

Top