• Monday, 08 July 2024
logo

Li Qamişlo 3 zarok ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatin revandin

Li Qamişlo 3 zarok ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatin revandin

Li bajarê Qamişlo 3 zarok ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi rêxistina PYDê ku baskê PKKê yê Rojavayê Kurdistanê ye ve hatin revandin û armanca revandina wan zarokan dixwazin bikin çekdar û bişînin eniyên şer.

Tora Resid a Sûriyê ya ji bo Mafên Mirov ragihand, roja 5ê Tîrmehê 3 zarok li taxa Zihûr a bajarê Qamişlo ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatin revandin.

Li gorî heman jêderê, navên zarokan Mihemed Îbrahîm, Omer El-Husên û Hemze Feysel in û temenê wan di navbera 12 û 13 salî de ne û ew ji bo navendeke biçek kirina zarokan hatine birin.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

 

Basnews

Top