• Friday, 05 July 2024
logo

Kompaniya Piştrastiya Bankên Îraqê piştgiriya pirojeya Hejmara Min dike

Kompaniya Piştrastiya Bankên Îraqê piştgiriya pirojeya Hejmara Min dike

 Piştî biryara Dadgeha Federalî ya Îraqê, Kompaniya Piştrastiya Bankên Îraqê ji bo cara yekê bi awayekî eşkere piştgiriya xwe ji bo pirojeya Hejmara Min tekez dike.

Kompaniya Îraqî ya Gerentîkirina Paşkeftî ragehand, “Ew heşt bankên ku tevlî pêşengiya Hejmara Min bûne ji aliyê Kompaniya Îraqî ya Gerentîkirina Paşkeftî ve hatine gerentîkirin”. Herwesa got, “Armanca wê pirojeyê modernkirina kertê bankan û bilindkirin û pêşxistina aborî li Herêma Kurdisyanê û bilezkirina piroseya guhertinên eliktironî di xizmetkariyên hikûmetê de ye.”

Ew kompanî bîmeya tevaya bankên girêdayî Banka Navendî ya Îraqê dike û wan ji pûçbûnê diparêze.

Dezgeha Kompaniya Îraqî ya Gerentîkirina Paşkeftî li jêr serperiştiya Banka Navendî karên xwe dike. Armanca serekî ya vê dezgehê parastina spardeya welatiyan li bankan e, bi awayekî ku di dema hebûna metirsiyan li ser her bankekê de, ew dezgehê pereyê mûçexuran gerentî dike. Tevaya bankên hikûmî û taybet ên Îraqê tevlî peredarkirina vê dezgehê bûne û li dû qanûna gerentiyê ya sparde ya hejmar 3 ya sala 2016ê kar dike.

Pêştir Dadgeha Federalî di bersiva nivîsareke Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de razîbûna xwe li ser piroseya bankkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê li bankên Hejmara Min diyar kir.

Di nivîsarekê de ku li roja 01.07.2024ê arasteyî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatiye kirin, Serokê Dadgeha Bilind a Federalî Dadwer Casim Mihemed Ebûd amaje da ku mijara bankkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi rêya wan bankan jî dibe yên ku destûra bankên navendî heye û li Herêma Kurdistanê tayê wan hene.

Serokê Dadgeha Bilind a Federalî di nivîsara xwe de tekez li ser wê yekê jî kiriye ku hilbijartina bankên hezkirî ji bo piroseya bankkirinê ji bo hilbijartina fermanber û mûçexuran vedigere.

 

K24

Top