• Friday, 05 July 2024
logo

Serok Barzanî û Serokomarê Iraqê rewşa giştî ya Iraqê û pêşhatên dawî gotûbêj kirin

Serok Barzanî û Serokomarê Iraqê rewşa giştî ya Iraqê û pêşhatên dawî gotûbêj kirin

Roja Pêncşemê 4.07.2024, Serok Mesûd Barzanî di dirêjaiya serdana xwe a bo Bexdayê serdana Dr. Letîf Reşîd Serokomarê Iraqa Federal kir.

Di evdîtinê de hejmareke zêde a berpirsên siyasî yên Iraqê amade bûn, Serokomarê Iraqê serdana Serok Barzanî bo Bexdayê bilind nirxan û bi girîg û bandor wesi kir û di kûrkirina diyaloga avaker a di navbera aliyên siyasî û hêvî xwest ku encamên serdanê xizmeta aramî û berjewendiyên Iraqê bike.

Her li vê hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraqê û pêşhatên dawî hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser bihêzkirina kar û hemahengiya di navbera aliyan de ji bo derbaskirina astengî û kêşeyan û berdewamiya wê atmosfera erênî ya ku di proseya siyasî ya Iraqê de derketiye pêş.

Top