• Tuesday, 02 July 2024
logo

Hevpeymaniya Îdareya Dewletê tekezê li ser pêkanîna hikûmetên xwecihî li Kerkûk û Diyalayê dike

Hevpeymaniya Îdareya Dewletê tekezê li ser pêkanîna hikûmetên xwecihî li Kerkûk û Diyalayê dike

Di civîna Hevpeymaniya Îdareya Dewletê de tekez li ser giringiya pêkanîna hikûmetên xwecihî yên Kerkûk û Diyalayê hat kirin û lawazkirina Civata Bilind a Dadweriyê jî hat şermezarkirin.

Hevpeymaniya Îdareya Dewletê duhî (Duşem, 01.07.2024) li Koçka Hikûmî civîna xwe ya asayî kir û di ragehandinekê de amaje da, “Di civînan de danûstandin li ser rewşa welatî û pêşkêşkirina xizmetkariyan ji bo welatiyan hatin kirin.”

Di wê civînê de, Hevpeymaniya Îdareya Dewletê bi giringî ve tekez li ser pêkanîna hikûmeta xwecihî li her du parêzgehên Kerkûk û Diyalayê kir û daxwaz jî ji Hikûmeta Îraqê kir ku li ser bizavên xwe ji bo bidawîanîna erkê hêzên Hevpeymanan li Îraqê berdewam be.”

Ji tevaya wan 15 parêzgehên ku li dawiya sala borî hilbijartinên civatên parêzgehan tê de hatibûn kirin, tenê civatên parêzgehên Kerkûk û Diyalayê heta niha di hilbijartina parêzgerên nû ji bo parêzgehên xwe de serkeftî nebûne.

Dengdanên taybet û giştî li rojên 16 û 18 yên Berçileya 2023ê li parêzgeha Kerkûkê hatin kirin. Li dû amarên komisyonê, rêjeya tevlîbûna dengderan li parêzgeha Kerkûkê gehişt 66%, tevî ku ji ber arêşeyên amûrên dengdanê û nexwandina şûntiliyan û kartên dengdanê bi hezaran welatiyên Kurd ên wî bajarî ji dengdanê bêpar bûn.

Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Dadwer Omer Ehmed roja 21.12.2024ê ragehand, Encûmena Komisyarên Komisyona Hilbijartinan a Îraqê encamê hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê pejirand.

 

K24

Top