• Tuesday, 02 July 2024
logo

Çeteyên madeyên hişbir bi nav hev ketin: 19 kuştî

Çeteyên madeyên hişbir bi nav hev ketin: 19 kuştî

 Li başûrê Meksîkayê di şer û pevçûnên çeteyên madeyên hişbir de 19 kes hatin kuştin.

Li gorî medyaya Meksîkayê, du komên çete li bajarokê La Concordiayê yê bajarê Guatemalayê yê eyaleta Chiapasê bi çekên giran şer kir.

Di vî şerî de 19 kes hatin kuştin ku 4 ji wan Guatemalayê bûn.

Sekreteriya Eyaletê got, “Tê texmînkirin ku şer û pevçûnan ji ber rêyên veguhastina madeyên hişbir rû daye.”

Piştî şer û pevçûnan gelek polîs çûn cihê bûyerê.

 

 

Rudaw

Top