• Wednesday, 03 July 2024
logo

Rojnameyeke Erebî: Bi tevgera artêşa Tirkiyê re, PKKê çend navçe ji artêşa Tirkiyê re hişt

Rojnameyeke Erebî: Bi tevgera artêşa Tirkiyê re, PKKê çend navçe ji artêşa Tirkiyê re hişt

 Rojnameyeke Erebî aşkera dike, ku li gel destpêkirina tevgera artêşa Tirkiyê a divan rojan de, Partiya Karkerên Kurdistan(PKK), çend xalên xwe ye ku li sînorê parêzgeha Duhokê berê tê de diman, bi cîh hêlane. Çavdêrek jî radigehîne ku ew hizbe navçe li dû navçeyan radestî Tirkiyê dike.

Rojnameya El erebî El Cedîd raportekî di derbarê liv û tevgera artêşa Tirkiyê a di nav sînorên Herêma Kurdistanê de belav kiriye û dibêje ku di çend demjimêrên derbasbûyî de hêzên Tirkiyê bi şêwazekî zêdetir ji çend navçeyekî sînorî yê parêzgeha Duhokê bi cîh bûne û peyam jî dane xelkê ku li wan cihan û çeperên ku çekdarên PKKê têda bûn, dûr bikevin.

Rojname dibêje, “Şahidan tekezî li ser wê kirine ku hêzên Tirkiyê bi çekên giran gehiştine gundên bakûrê bajarê Duhokê, lê bi awayekî nerim li gel xelkê sivîl nêzikbûn dane çêkirin. Herwaha şêniyên navçeyê jî têbînin li ser wê kirine ku PKKe li hindek çeperan de vekişiyane ku demekî dest danîbûn ser wan deveran de, bitaybetî jî li Amêdî, Zap û Gare.

Li gor nûçeya rojnameya El Erebiyê bê, PKKe nek her li hember artêşa Tirkiyê vekişiyaye, belkû  navçeyeke berfireh jî radestî artêşa Tirkiyê kiriye û tenê li 29ê hezîrana 2024 de wê artêşê bi temamî dest daniye ser 7 gundan.

 

Eve jî hatiye aşkera kirin ku ev pêngav di encama lihevkirina ku di serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a bo Iraqê de pêk hatiye.

Her di vê derbarê de parêzer û çavdêrê siyasî Bextewar Sepan ji BasNewsê re ragehand, PKK niyeta wê  ewe ku navçe li dû navçe radestî Tirkiyê bike! Dema ku ew hizib hat ava kirin, artêşa Tirkiyê li gelek navçey^ne Bakûrê Kurdistanê nebû, lê PKKê ew artêş rakişande hemû navçeyan, piştre jî PKKe bûye sedema wê ku Tirkiye û hêzên ser bi wî welatî biçe Efrînê û gelek navçeyên Rojavayê Kurdistanê, naha jî eger PKKe, li navçeyên Herêma Kurdistanê nebe, artêşa Tirkiyê jî nayê wê navçeyê.

Herwaha got, “PKKê di van rojan de bi yek gule teqandinekî jî çendîn gund bo artêşa Tirkiyê bi cîh hêlaye, di demekî de ku eger hêzekî kurdî bixwesta biçûya wan deveran, PKK amade bû bi sedan kesî bide kuştin.”

 

 

Basnews

Top