• Wednesday, 03 July 2024
logo

Pêşxistina sektora çandiniyê yek ji armancên sereke yên Kabîneya Nehem e

Pêşxistina sektora çandiniyê yek ji armancên sereke yên Kabîneya Nehem e

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her roj serdana herêmeke Herêma Kurdistanê dike û kevirê binyatê yê projeyeke çandiniyê datîne. Serokwezîr Berdam tekez kir ku yek ji armancên serekî yên kabîneya nehan pêşxistina sektora çandiniyê û çavkaniyên avê ye û dê bi her awayî piştgiriya cotkaran bike.

Berî çar salan, cotkar bêhêvî bûn ji ber ku berhemên wan li bazarê sax nedibûn, ku ev yek bû sedema kêmbûna berheman. Tiştê ku hebû jî, têra pêwîstiyên navxweyî nedikir û pêşbaziya berhemên hawedekirî jî dikir ku daxwaza berhemên navxweyî kêm bibe. Ji ber vê yekê cotkar nerazî bûn û berhemên xwe li ser kolanan diavêtin.

BİLİNDBÛNA QEBAREYA VEBERHÊNANÊ Dİ SEKTORA ÇANDİNİYÊ DE

Li gor amarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di heyama Kabîneya Nehem ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, rêjeya veberhênanên di sektora çandiniyê de ji %1.8 bo zêdetirî %9 ji tevahiya proseya veberhênana li Herêma Kurdistanê zêde bûye.

CİBİCÎKİRİNA PROJEYÊN ÇANDİNİYÊ

Li gorî amarên fermî, di çar salên borî de zêdetirî 2 hezar û 175 projeyên çandiniyê li bajar û bajarokên cuda yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Kabîneya Nehem ve hatine cîbicîkirin. Di vê çarçoveyê de jî, nêzî 25 hezar bîr hatine kolandin.

Di dirêjahiya vê kabîneyê de, bi avakirina mezintirîn projeya bazirganiya genim a cotyaran, xema cotkaran ji holê rabû, ku di encamê de Herêma Kurdistanê bû xwediya zêdetirî 12 sayloyên nû û 27 tanker ku karîna embarkirina 900 hezar ton genim e.

HİNARDEKİRİNA BERHEMÊN COTKARAN

Çendîn berhemên çandiniyê yên cotkarên Herêma Kurdistanê li Herêma Kurdistanê gihîştine asta xwe têra navxweya Herêma Kurdistanê bike, ji wan jî petate, garis, xiyar û gelek berhemên din ên fêkî û sebzeyan.

Her wiha yek ji gavên herî mezin ên Kabîneya Nehem a ji bo piştgiriya cotkaran, firotina berhemên cotkaran li bazarên navneteweyî ye. Sala 2022an bi fermî 2 hezar ton hinar bo Îmarat û welatên ên Kendavê hatin hinardekirin. Îsal û salên bê jî, ji bilî hinaran, tirî, hinguv û sêv jî dê ji bo Îmarat, Erebistana Siûdî, Behreyn, Brîtanya û Ewropayê jî bên hinardekirin.

Ligel wê jî, birincê kurdî û raşiya gunciyan a navçeyên Herêma Kurdistanê li bazarên biyanî, bi taybetî li welatên ku kurdên diyasporayê lê dijîn, daxwazeke mezin li ser e. Herwiha berhemên şîremenî, zeytê zeytûnan, pasteya bacanan û gelek berhemên din, beşeke mezin ji pêdiviyên navxweyî dadigire.

 

Rudaw

Top