• Wednesday, 03 July 2024
logo

Tirkiyeyê li ser êrişên li dijî hêzên xwe yên li Sûriyeyê daxuyanî da

Tirkiyeyê li ser êrişên li dijî hêzên xwe yên li Sûriyeyê daxuyanî da

 Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser êrişên li dijî hêzên xwe yên li Sûriyeyê got, “Xelet e ku meriv bûyerên xemgîn ên li Qeyseriyê li derveyî sînorên me jî ji bo provakasyonan bike amûr.”

Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kiriye.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseya hêrsbûyî xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Piştî vî yekê, li bajarên Sûriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên wekî Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên di bin dagirkeriya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ne, çalakiyên tund tên lidarxistin.

Alayên Tirkiyeyê û posterên Erdogan hatin şewitandin

Di çalakiyan de alayên Tirkiyeyê hatin daxistin, posterên Erdogan hatin şewitandin, Barhilgirên ku ji Tirkiyeyê derbasî nav Sûriyeyê bûn hatin gulebarankirin û şewitandin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyanî da

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de got:

“Ne rast e ku meriv bûyerên xemgîn ên li Qeyseriyê li derveyî sînorên me jî ji bo provakasyonan bike melzeme.

Hewldan û helwesta biprensîb a Tirkiyeyê ya ji bo bextewariya gelê Sûriyeyê di ser her provokasyonan re ye.”

Li aliyê din, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî ragihand ku gumanbarê ku li Qeyseriyê destdirêjî li zarokê kiriye hatiye girtin.

 

Rudaw

Top