• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Ewrupayê lehî pêkhatin: Li Fransa û Swîsrê 7 kes mirin

Li Ewrupayê lehî pêkhatin: Li Fransa û Swîsrê 7 kes mirin

Li welatên Îtalya, Swîsre û Fransayê lehî pêkhatin. Herwaha lehiyên ji ber bakurofeyê pêkhatin li Fransa û Swîsrê bû sedem ku 7 kes jiyana xwe ji dest bidin.

Li welatên Îtalya, Swîsre û Fransa yên Ewrupayê lehî pêkhatin û li gel lehiyê erd şimîrtî û li Fransa û Swîsrê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî ji cîhên wan hatin derxistin.

Li başûrê Swîsrê Çemê Ron û baskên wê ji ber baran û bakurofeya zêde rabûn û lehî pêkhat, di encamê de gelek rê hatin daxistin, bi sedan kes li herêma lehiyê bi helîkopteran hatin derxistin. Hat ragehandin mercên hewa zehmetiyê çêdike ku hemû kesên li herêmên lehiyê ne bên derxistin.

Hat ragehandin heman dîmen li bakurê Îtalyayê jî pêkhatin û kesên di nav lehiyê de di wesayîta xwe de asê man, bi helîkopterê hatin rizgar kirin.

Li Swîsrê jî lehiyên li başûrê rojhilat pêkhatin bû sedemê mirina kesekî û gelek ziyanên mezin li dû xwe anî.

Zanist dibêjin ji ber germbûna kûrewî û gerdûnî ya zêde, bûyer û karesatên xwezayî û tundiyan zêde dibe û dema bi bandorbûna wan jî her diçe zêdetir dibe.

 

Basnews

Top