• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Silêmaniyê Festîvala Berhemên Xwemalî û Kurdewarî dest pê kir

Li Silêmaniyê Festîvala Berhemên Xwemalî û Kurdewarî dest pê kir

Festîvala Berhemên Navxweyî û Kurdewarî yên Karên Destî li Silêmaniyê hat vekirin, ta ku kesên jêhatî sûd ji vê çalakiyê werbigirin û berhemên xwe bidin pêşandan û bazarek baş ji hunerên xwe re peyda bikin.

Festîvalên Hefteya hunerên destan li Silêmaniyê hatin vekirin û kesên destrengîn û xwedî pêwîstiyên taybet, karên xwe yên destan tê de pêşan didin.

Şîlan Mihemed her çiqas nabîne jî, dest û tiliyên wê bûne hêza dîtinê û gelek karên destan ji bo bazarê çêkirine û hebûna çalakiyên bi vî rengî hem ji bo nîşandana şiyana ciwanan û hem jî ji bo zêdetir girîngîdana bi behremend girîng dibîne.

Şîlan Mihemed got: “Em bi hunerên destan beşdarî festîvalê bûne û ev festîval derfeteke baş e ji bo me ku em jêhatîbûna xwe nîşan bidin û şiyanên xwe pêş bixin, da ku em berhemên xwe li vir bifiroşin, hûn dikarin hunerên desta me bibînin.”

Li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi armanca bazarkirin û danasîna berhemên xwemalî û hunerên destan, zêdetirî 80 pîşekarên di warên cuda de beşdarî festîvalê bûne û dê hefteyekê berdewa be.

Serperiştyara festîvalê Çira Tahir dibêje: “Ev çend carin festîvalên bi vî awayî vekirine û armanca me ew e bazarkirin û firotina berhemên kesên destrengîn û peydakirina derfetên kar e ji jinan re ye.

Salene bi dehan çalakiyên ji vî awayî li bajarê Silêmaniyê têne lidarxistin, da ku ciwan karibin kelûpel û karên xwe yên destan bêşan bidin û jê re bibin jêdera debarê.

 

Basnews

Top