Parêzgarê Necefê: Emê serdana Herêma Kurdistanê bikin daku sûd ji avadanî û projeyan werbigirin
![Parêzgarê Necefê: Emê serdana Herêma Kurdistanê bikin daku sûd ji avadanî û projeyan werbigirin](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240628123258_original_50.jpg )
Parêzgarê Necefê ragehand ku ji bo sûdwergirtin ji proje û avadankirinan serdana Herêma Kurdistanê dikin û pêywendiyan bihêz dikin.
Li gor daxuyaniyeke parêzgarê Necefê Yûsif Kinawî, li gel Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Faris Îsa li Bexdayê civiyaye û hevkariya di warên navendkirinê û veberhênan û geştiyariyan de gotûbêj kirine.
Parêzgarê Necefê li konfiranseke rojnamevaniya hevbeş a li gel Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistan li Bexdayê ragehand: “Me li gel Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa asoya hevkariya navbera Parêzgeha Necef û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, herwa me behsa mekanîzmaya hevkarî û karobarên hemwelatiyan jî kir.”
Parêzgarê Necefê herwaha ragehand: “Di derfeteke herî nêzde emê serdana Herêma Kurdistanê bikin û li gel berpirsên Hikûmî û Îdarî bicivin, ji bo sûdwergirtin ji proje û agahdarbûn li wan geşepêdan û avadankirina ku li Herêma Kurdistanê heye.”
Herwaha got, “Biryare berpirsên Herêma Kurdistanê serdana parêzgeha Necefê bikin, bo bihêz kirina navbera herdûaliyan.”
Faris Îsa ji aliyê xwe ve li Bexdayê ragehand: “Me li gel parêzgarê Necefê gelek mijarên taybet bi xelkê Herêma Kurdistanê û Necefê gotûbêj kir û ji bilî çawaniya hevkarîkirina bi mebesta pêşkêşkirina baştir ya xizmetkirina bo hemû Iraq, ji wan jî parêzgarê Necefê di warê avahîsazî û veberhênanê û geştûguzarê de nirxandin.”
Basnews