• Wednesday, 03 July 2024
logo

Rêberê olî yê Şîeyan Îshaq Feyaz bi Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dicive

Rêberê olî yê Şîeyan Îshaq Feyaz bi Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dicive

Rêberê Olî yê Şîeyan Ayetula Uzma Îshaq Feyaz li bajarê Necefê bi Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê re dicive.

Ragehandina Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê di ragehandinekê de amaje da, Rêberê Olî yê Şîeyan Ayetula Uzma Îshaq Feyaz li nivîsîngeha xwe ya taybet li bajarê Necefê bi Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa re civiya.

Di wê civînê de, Faris Îsa silavên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û herwesa piştrastbûna ji rewşa saxlemiya wan gehand Rêberê Olî yê Şîeyan Ayetula Uzma Îshaq Feyaz.

Herwesa Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê berheviya nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina çare û çavdêriya tendisrustî ji bo Feyaz diyar kir.

Ayetula Uzma Îshaq Feyaz jî ji aliyê xwe ve spasiya serkirdetiya Herêma Kurdistanê kir, xasma Serok Mesûd Barzanî, ji ber wê pêşengiya ku ji bo çavdêrîkirina saxlemiya wî pêşkêş kiriye. Amaje jî da ku binemala Barzanî binemaleke xebatker e û gelek qurbanî pêxemetî mafên gelê xwe dane.

Ayetula Uzma Îshaq Feyaz got, “Astê jiyana welatiyan li Herêma Kurdistanê ji yê parêzgehên din ên welatî baştir e, ku ji ber birêvebirina xirab û gendeliyê hemî aliyên dezgehên hikûmetê keftine ber û paş keftine.”

 

K24

Top