Balyozê Brîtanya li Iraqê: Em pêşwazî li biryara birêveçûna helbijartinên Kurdistanê dikin
![Balyozê Brîtanya li Iraqê: Em pêşwazî li biryara birêveçûna helbijartinên Kurdistanê dikin](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240627124247_original_47.jpg )
Balyozê Brîtanya li Iraqê ragehand, pêşwaziyê li biryara birêveçûna helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 20ê cotmehê dike û daxwaz dike êdî neyê paşxistin.
Îro 27.06.2024ê Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchen ragehand, pêşwaziyê li rêveçûna helbijartinên Herêma Kurdistanê yên roja 20.10.2024ê dike û hemû aliyan teşfîq dike ku ew helbijartin azad û paqij be û ji vê zêdetir neyê paşxistin û birêve biçe.
Stephen Hitchen di peyama xwe de ragehand: ‘’Pêwîste proseya helbijartinê bi şefafî û seqamgir û bi hemû aliyan ve birêve biçe û bibe berdewamiya geşekirin û aramiya navçeyê.