• Wednesday, 03 July 2024
logo

Kujerê malbateke kurd li Rûsyayê cezayê hetahetayê lê hate birîn

Kujerê malbateke kurd li Rûsyayê cezayê hetahetayê lê hate birîn

Piştî sê salan ji kuştina 3 endamên malbateke kurd li Rûsyayê, dadgeheke Rûsyayê cezayê zîndana hetahetayê li tawanbar birî.

Roja 16 Îlona 2021ê, li gundê Velçansko yê ser bi parêzgeha Varonej a Rûsyayê, kesekî bi navê Victor Mirskov êrîşî malbateke Kurd kir û dayîk û kur û neviyê wê kuştin. 

Du roj piştî kuştina wan her sê endamên malbata Kurd, Victor Mirskov yê 54 salî, ku nişteciyê heman gund e, bi tohmeta kuştina Gulistan Îbrahîmova (59 salî), Nadir (19 salî) û Ezîz (5 salî), hat destesekirin, ku di dema operasyona desteserkirinê de jî, ew rûbirûyî hêzên ewlehiyê bû û hat birîndarkirin.

Piştî sê sal û çend rûniştinên dadgehê, dadwer di dawiyê de cezayê zîndana hetahetayî li tawanbar Victor Mirskov birî.

Li gorî dosyeya lêpirsînê û danpêdana tawanbar, nakokî li ser çêlekê bûye, ku tawanbar (Vîktor Mîrskoyî) xwestiye çêlekê ji wê malbata kurd bikire, lê wan nefirotiya wî û kêşe dirust bûye.

Li gorî zanyariyan, tawanbar li tawana xwe mukur hatiye û ji kuştina wan her sê ksan poşman nebûye, lê tenê gotiye ku kuştina zarokê 5 salî ne bi qesd bûye.

Li gundê Valchanskoy ku 165 kîlometre li başûrê parêzgeha Varonizh û 1076 kîlometre dûrî Moskovayê ye, 400 welatiyên rûsî, kurd û komên din ên etnîkî dijîn.

 

K24

Top