• Wednesday, 03 July 2024
logo

Louis Sako spasiya berpirsên Herêma Kurdistanê kir

Louis Sako spasiya berpirsên Herêma Kurdistanê kir

 Patrîkê Kildanan ê Îraq û Cîhanê, spasiya berpirsên Herêma Kurdistanê kir ku wan dema qeyrana betalkirina merasîma komarî ya postê wî piştgirî dayê û got, "Ez qedir didim wê helwesta wan a piştgirîdayîna heqiyê û şopandina rêbaza rast a miamelekirinê."

Patrîkê Kildanan ê Îraq û Cîhanê Kardînal Louis Raphael Sako ji ber vegerandina posta daxuyaniyek belav kir.

Louis Raphael Sako ji ber vegerandina posta wî spasiya berpirsên Herêma Kurdistanê kir û got:

“Ji ber krîza paşdekişandina biryara serokkomariyê dixwazim spasiya berpirsên Herêma Kurdistanê bikim bi taybet Serok Mesûd Barzanî, birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, birê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku bi germî pêşwaziya min kirin.”

Di Tîrmeha sala 2023yan de, Serokomarê Îraqê Ebdulletîf Reşîd bi hincetên destûrî, biryarnameyeke taybet a serokkomariyê ku bi fermî kardînal Sako nas dike û desthilatê dide wî li ser karûbarên weqfên mesîhiyan, betal kir.

Ev biryar bû sedema nerazîbûnên Xirîstiyanên li Îraqê.

Di destpêka vê mehê de, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî careke din Sako wekî Patrîkê Kildanan ê Îraq û Cîhanê destnîşan kiribû.

Sûdanî di nameya xwe de diyar kir ku di sala 2013an de li ser bingeha destûr û biryara dadgehê biryar daye ku Kardînal Sako wekî Patrîkê Kildanan ê Îraq û Cîhanê bê tayînkirin.

 

Rudaw

Top