• Wednesday, 03 July 2024
logo

Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Holandayê yê li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Holandayê yê li Iraqê kir

Li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Holandayê yê li Iraqê Hans Sandee kir.

Di hevdîtinê de ku balyozê Holandayê ku bi helkefta dawî hatina erkê xwe serdana Serok Barzanî kiribû, spas û rûmetên xwe ji bo wan peywendiyan derbirî ku li navbera Herêma Kurdistan û Holanda da heye û spasî Hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku herdem hevkarbûne ji bo berdewamî û pêşxistina wan peywendiyên li hemû waran da, bi taybetî li warê aborî û çandinî û veberhênanê da. Her wiha berdewamiya hevkariyên welatê xwe li rêya hevpeymaniya navdewletî ya ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dûpat kir.

Di beşekî din ya hevdîtinê de Serok Barzanî spasî hewlên Balyozê Holanda yên li demên derbasbûyî de kir û hêviya serkeftinê jî li karê wî yê nû da xwest. Her wiha Serok Barzanî peywendiya di navbera her du Hikumetên Herêma Kurdistanê û Holandayê li hemû waran da bilind nirxand. Serok Barzanî ragihand ku gelê Kurdistanê dostên xwe ji bîr nake û spasî gel û Hikumeta Holanda kir ku di demên teng da deriyên xwe bi rûyên koçberên Kurdistanê da vekiribû. Her wiha tîşk xiste li ser rola Holanda ya li palpiştîkirina hêzên Pêşmerge, di dema şerê terorîstên Da'îş û reform û çaksaziyên di nava Wezareta Pêşmerge de ku roleke ber bi çav dîtine.

Rewşa siyasî û emnî ya navçeyê bi giştî û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hilbijartinên paşerojê ya Parlemena Kurdistanê mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.
 

Top