• Wednesday, 03 July 2024
logo

Raporta Wezareta Derve ya Amerikayê: PKK li Rojavayê Kurdistanê zarokan bi zorê dike çekdar

Raporta Wezareta Derve ya Amerikayê: PKK li Rojavayê Kurdistanê zarokan bi zorê dike çekdar

Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporta Qaçaxçîtiya Mirovan a salane ya îsal a derbarê Sûriyê de ragehand; Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) zarokan bi zorê beşdarî xwe dike û dike endamên xwe.

Raporta Qaçaxçîtiya Mirovan a sala 2024 a Wezareta Derve ya Amerîkayê bi bernameyeke amadebûna Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ve hat aşkera kirin.

Di raporta berfireh a Qaçaxçîtiya Mirovan a Sûriyê de, hat ragehandin, hêzên hikûmeta Sûriyê, alîgirên rejîma Sûriyê û hêzên derveyî dewletê û HSD zarokên kur û keç di pevçûnan de bikartînin.

Li gor heman raportê Amerîka ku HSDê wek hevpeymanê xwe pênase dike û pêkhateya serekî ya HSDê jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye û baskên PKKê yên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê ne, tê gotin ku ew rêxistin zarokan çekdar dike û wan îstîsmar dike û berî naha wê derbarê de herçend Peyman li gel Netewên Yekbûyî îmza kiribe jî lê li gor saziyeke sivîl a navnetewî grubên çekdar ên ser bi HSDê di sala 2022 û 2023yê de jî zarok kirine çekdar û ew karê xwe ranewestandiye.

Raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje; Li Sûriyê zarok di şer de û erken piştevaniyê de û çekdarî kirina wan an jî bikaranîna wan pir tiştekî berfireh pêktê û ji destpêka sala 2018ê ve çavdêrên navnetewî dibêjin, ew berfirehbûna wê pêkanînê li gor gruban cuda be jî, lê ji aliye grubên çekdar ve çekdarkirina û bikaranîna zarokan hîn jî berdewam dike. Hêzên hikûmeta Sûriyê, milîsên alîgirên rejîma Sûriyê û grubên çekdar ên derveyî devlete – Artêşa Azad a Sûriyê (opozîsyona Sûrî), herwaha Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Yekîneyên Parastina Gel ê Kurd (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ, ango grubên ser bi Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD), DAIŞ, Heyet Tehrîr El- Şam û El Qaîde, zarokên keç û kur wek leşker werdigrin û wan wek leşkerên çekdar bikartînin.

Herwaha hat ragehandin; Heyet Tehrîr El-Şam û DAIŞ zarokan wek mertalên zindî, xwekujên bombebarkirî, segvan û celad bikaranîn. Hin grubên çekdar û milîsan jî zaroka bi zorê dayîna karkirin û wek sîxur naha jî bikartînin, ev yek jî dibe sedem ku zarok rûbirûyê zorê û cezayên giran bên.

Li gor raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê hat gotin: Raport dibêjin ku DAIŞ li kampên El Hol û Roj ên Rojavayê Kurdistanê zarokan ji bo bi zorê bike çekdar û bi tundiyê wan perwerde bike li ser wan kar dike. Herwaha li Bakurê Rojavayê Sûriyê Tevgera Ciwanên Şoreşger jî zarokên keç û kur ên 12 salî dike leşker û wan dike çekdar û perwerde dike û bikaranîna wan berdewam dike.

Raporta Qaçaxçîtiya Mirovan a sala 2024ê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê de tê gotin; Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ji bo bi dawî anîna çekdarî kirina zarokan û bikaranîna wan û herwaha ew zarokên di nav refên HSDê de ne ji bo wan bişîne ji malbatên wan re û ew plana çalakiyê ya Saziya Ewlehiya Netewên Yekbûyî diselmîne pejirand, lê ji aliyê din ve saziyeke sivîl a navnetewî radigehîne ku grubên ser bi HSDê di sala 2022yê û 2023yê de jî zarokan dike çekdar û bikaranîna wan berdewam dike.

Heman raport dibêje: Tevgera Ciwanên Şoreşger li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, bi dewreyên perwerdeyê û bangeşeyên sexte ve zarok beşdarî rêxistina ciwanên kurd a tund kirin. Saziyên Civaka Sivîl û herwaha saziyên navnetewî radigehînin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hîle û fêl û bi zorê zarokan dike çekdar û bikaranîna wan berdewam dike. Herwaha li gor çavdêran ew zarokane li çiyayên Qendîlê yên Herêma Kurdistan – Iraqê perwerdeya leşkerî re tên derbaskirin.

 

Basnews

Top