• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Hewlêrê bendaveke din hate vekirin

Li Hewlêrê bendaveke din hate vekirin

Serokwezîr bendava Çemirge vekir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bo qezaya Qoştepe, piştî vekirina sayloya Qoştepeyê, bendava Çemirge ya li Qoştepeyê jî vekir.

D merasîma vekirinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê yabo vejandina kerta çandinî û fêde wergirtin ji avên ser erdê siyaseteke steratejîkî û zelale û em gelek girîngî bi wan mijaran didin.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, samanên sirûştî tenê ne yê mene belku, yên nibşên pêşerojêne jî lewre lazime bi baştirîn şêwe fêde ji wan bigirin.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê berdewam dibe li ser projeyên xwe yên bo ava kirina bendavan û parastina samana avê û heta niha çend bendav di vê çarçoveyê de hatine çê kirin û hinek ji wan xelas bûne û hineke din jî di pêşerojê de xilas dibin û ev bendavên han dibin sedema vejandina kerta çandiniyê û di warê abûriyê de jî xizmeteke gelek baş pêşkêşî jêrxana abûriya welatê me dikin.

Top