• Friday, 28 June 2024
logo

TIRKIYE: Li Êlihê 2 gerîlayan canê xwe ji dest da

TIRKIYE: Li Êlihê 2 gerîlayan canê xwe ji dest da

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya got ku li navçeya Kercosê ya Êliha Bakurê Kurdistanê 2 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

19ê Hezîranê li gundê Xirbekûrê yê li Çiyayê Mava operasyoneke leşkerî dest pê kiribû.

HPGyê ragihandibû ku di wî şerî de du gerîlayan canê xwe ji dest daye û nasanemeyên wan eşkere kiribûn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê got ku li navçeya Kercosê ya Êliha Bakurê Kurdistanê jî du gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Li gorî peyama ku Alî Yerlîkaya belav kiriye, gerîlayên ku li Kercosê canê xwe ji dest daye Sultan Daga bi nasnavê Bêrîtan Amara û Zeynep Nîbata bi nasnavê Zeyneb Cûdî ne.

Heta niha Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.

 

Rudaw

Top