• Friday, 28 June 2024
logo

Azad Kureçî: Ew kesê YNK wek berbijêrê Tirkmen dinasîne em nizanin kî ye!

Azad Kureçî: Ew kesê YNK wek berbijêrê Tirkmen dinasîne em nizanin kî ye!

Serokê Fraksiyona Mîlet ê dema pêncem a Parlamentoya Kurdistanê Azad Kureçî aşkera dike, YNK bi rêye çend belgeyekî lewaz ve dixwaze kesekî bike tirkmen, ku ew kes endamê wan bixwe ye.

Çend roj berî naha çapemeniya YNKê belav kir, qaşo asayîşa Hewlêrê hewla girtina kesekî bi navê Ebdulbasit Xalîd daye û ew wek berbijêrê tirkmen nasand. Piştre rêveberê ragehandina asayîşa Hewlêrê ji BasNewsê re ragehand ku ew nûçe derew e û ew kes jî wek berbijêrê tirkmen li gel wan nayê naskirin, ji ber ku wek endamê malbenda 3 yê YNKê tê naskirin. Li hember wê yekê malpera fermî ya YNKê çend nasnameyekî salên 1990ê yên wî kesî belav kirin û bangeşeya wê yekê kirin ku qaşo ew belgeye li ser wê yekê ku ew kes tirkmen e.

Serokê Fraksiyona Milet ê dema pêncem a Parlamentoya Kurdistanê Azad Kureçî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ez di nav yekem kesan de me ku nav pêkhateya tirkmen li Hewlêrê karê siyasetê min kiriye, berê ez li dibistana tirkmen bûm, kesê ku yek roj jî siyaset ji bo tirkmenan kiribe, ez nasdikim. Ti demekî di warê rewşenbîrî û siyaseta pêkhateya tirkmen de min kesek bi navê Ebdulbasit Xalîd nedîtî ye.’’

Derbarê nasnameya wî de jî got: ‘’Di salên 1990ê de hêzek hebû bi navê PMF û her kesekî hinek tirkî zanîba, di wê hêzê de dihate wergirtin û gelek kes ji bo mûçe diçûn xwe tomar dikirin. Dibe ku wî jî ji bo mûçe çûbe xwe tomarkiribe û bibe leşker. Lê gotinên wî û axaftina ya bi tirkmenî gelek xelet û kêm e. agahiya wî ji wêjeya tirkmen û rewşenbîriya tirkmen tine û ewqas gotinên mezin jî bike kirête. Em wek tirkmen nizanin eslê wî çî ye û kî ye? Bi piştrastî ew nasnameya çapemeniya fermî ya YNKê belav kiriye, belge nîne ku ew kese tirkmen be! Di salên 1997 heta 2003yê hêza PMF 100 dolar dida her leşkereke xwe û wê demê dikire 2 hezar dînar ê Swîsre û xelkeke zêde xwe di wê hêzê de tomar kiribû û pêwîst bû nasnameya partiyeke tirkmen jî heba ku wê hêzê ew wergirtiba û ji bo wê jî nasnameya partiyeke tirmenî jî dihate dayîn.’’

Kureçî got: ‘’Ew Ebdulbasit Xalîd nave û bi belavkirina belgeyên xwe ew bixwe jî îspat dike ku gumana wî bixwe jî tirkmenbûna wî heye, eger na dibêje ez serokê encûmena siyasî ya tirkmen im, başe bila ji bo me bibêje di dema borî de çi çalakiyekî wî ji bo tirkmenan hebûye? Li yek dibistanekî tirkmenan de ka te waneyek daye? Di merasîmekî yan jî civîneke tirkmenan de te helbestek jî xwendiye? Gotarekî siyasî te daye? Ew her tirkmeniyekî xirab ve jî diaxive û tirkmeniya wî dûkelê dike. Em nizanin kî ye û YNK dixwaze bi zorê wî bike tirkmen. Herçend eger tirkmen jî be, tirkmenên Hewlêrê deng nadin kesekî ku zelamê partiyekî be ku kirêgirtiyê wê partiyê û xelkê din be.’’

Top