• Friday, 28 June 2024
logo

Di rojekê nêzikî 900 koçberî gihîştine Brîtanyayê

Di rojekê nêzikî 900 koçberî gihîştine Brîtanyayê

Brîtanyayê ragihand ku ragihand ku di rojekê de nêzikî 900 koçber gihîştine welatê wan.

Îsal tenê nêzikî 13 hezar koçberan xwe gihandiye Brîtanyayê.

Mijara koçberan mijareke sereke ya hilbijartinên parlamentoyên Fransa û Brîtanyayê ne.

Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ragihand ku ve hefteyê tenê di rojekê de nêzî 900 koçberî ji Fransayê derbasî Birîtanyayê bûne. Ev jî ji sala çûyî zêdetir e.

Piraniya koçberên ku bi rêya avê tên, li nav Yekîtiya Ewropayê nasekinin û derbasî Brîtanyayê dibin. Ji bo vê jî divê ew biçin Fransayê.

Di rojên bê de, hilbijartinên parlamentoyê dê li Fransa û Brîtanyayê bên kirin ku mijara sereke ya kampanyayên wan pirsgirêka koçberan e.

Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê belav kir ku roja sêşema vê hefteyê 882 koçberan karîbû xwe ji Fransayê bi 15 qeyikên biçûk bigihînin Brîtanyayê.

Wisa jî hejmara kesên ku karîbûn xwe îsal bigihînin Brîtanyayê gihîştiye 12 hezar û 313 kesan ku ji hejmara kesên ku par û pêrar heta van deman xwe gihandibûn wir zêdetir e.

Seba tundbûna yasayên koçberiyê li welatên YEyê û hebûna derfetên çêtir ji bo kar û jiyanê, piraniya koçberan li Fransa û welatên din ên YEyê namînin û bi rêya Kanala Îngilîz da ku xwe bigihînin Brîtanyayê berê xwe didin ser rêya çûn û nehatê.

 

Rudaw

Top